IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê kiryara Balyozxana Amerîkayê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê helwestên Balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê yên dijî Îranê rexne kirin û ragihand: Ew kara binpêkirina istandardên dîplomatîk û qanûnên navnetewî ye.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê îro ji Balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê xwest ku helwestên dijî Îranê li rûpela xwe ya Facebook`ê weşandibûn, rake.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê pêgirî ser wê yekê kir ku ew kara digel isûlên destûra bingehîn a Iraqê nagunce û ji Balyozxana Amerîkayê xwest ku ji daxûyanîyên ku bandorê li peywendîyên Iraqê û welatên dost û cînar dike, xwe dûr ragire.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî hekîm jî şeva buhurî fermana bankirina Kardarê Amerîkayê li Bexdayê da.

Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê Pêncşema buhurî li rûpela xwe ya Facebook`ê Komara Islamî ya Îran bi awayekî bê bingeh tawanbar kiribû.

Başa dön tuşu