IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê sê zarokên ku dayîk û bavê wan çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê bûn, radestî welatê wan kirin

Hikûmeta Iraqê sê zarokên ku dayîk û bavê wan çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê bûn, radestî welatê wan kirin.

Ew zarokane ku temenê wan di navbera du heta şeş salî ne û ji dayîkekî xelkê Gurcistanê û baveke Rûsî ji dayîk bûne. Bavê wan di şerên DAIŞê de hatiye kuştin û dayîka wan jî cezayê girtîgehê yê heta hetayî li Iraqê wergirtiye.

Zarokên wan jî yek sale li gel dayîka xwe li girtîgeha Bexdayê bûn. Lê bi hewldanên hikûmeta Gurcistanê ve, vegeriyan bajarê Tiflîsê yê paytexta Gurcistanê û li gor rayedarên hikûmeta Gurcistanê jî ragehandiye, ew zarokane radestî dapîr û bapîrên wan hatine kirin.

Başa dön tuşu