Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê îro înê tekez kir ku hêzên besîca gelanî li hemî bereyên rawestana li ber DAIŞê dê bimîne jiberku wan hêjatiya xwe li bidestxistina serketinên mezin jibo rawestana li hember DAIŞê selimandine. Wezîrê karên derev yê Iraqê ji welatên cîhanê û saziyên navneteweyî xwest ku îmkanên pêdivî jibo rawestana li ber terorîzmê jibo Iraqê amade bikin.
Ji aliyê din ve Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên besîca Gelanî jî ragihand ku hêzên besîca gelanî yekim hêz in ku dê beşdariyeke bingehîn li operasyona azadkirian Mûsilê hebin û ev koma bala xwe nade ser hin dijberiyên jibo beşdariya li vê operasyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)