ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê vîzayê ji iraniyan re belaş kir

Li gor daxuyaniya Boruya serokwezîrê Iraqê, rûniştina Encumena wezîran a Iraqê bi serokatiya serokwezîrê vî welatî Adil Ebdulmehdî bi rê ve çû û tê de proja belaşbûna vîzayê ji iraniyên ku diçin Iraqê re hat pejirandin.

Berî vê yekê du welatan li dema sefera vê dawiyê ya serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bo Iraqê li daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku du alî ser belaşbûna vîzayê ji bo welatiyên hevdu li hev kirine. Ji bo vê yekê Îranê qebûlkir ku ji despêka Nîsana 2019 vîzayê belaş bide iraqiyan û di vê çarçovê de Iraqê jî pejirand ku bila vîza ji iraniyan re belaş bibe.

Hevdemê vê yekê sefîrê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî ragihand ku balyuzxana Îranê û nûneratiyên wê li Iraqê pêngavên pêwîst ji bo dayîna vîzaya belaş bo iraqiyan rakirine .

Salê zêde ji 7 milyon ziyaretkir û misafir ji Îran û Iraqê sefera du welatan dikin.

Başa dön tuşu