ÎranNûçeRojhilatanavin

Biryara nû ya Sênaya Amerîkayê nîşana bîrtengî û wê siyaseta şaş e ku dewleta Azmerîkayê di çend heftiyên dawîyê da şopandiye

Sênaya Amerîakyê roja 8`ê Hezîrana 2017`an deng da besbûna gotûbêjan ji bo sepandina boykotên nû li dijî Îranê; Eger ev plan bi awayê dawî piştî pesendkirna li Kongreyê were pesendkirin û ji aliyê serokomarê Amerîkayê va were piştrastkirin û wajokirin, wê boykotên nû li dijî Komara Îslamî ya Îranê bên sepandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja duşemiyê dema daketina li Osloya paytexta Norwêjê li nav koma nûçegihanan li bara hitmala pesendkirina  sepandina boykotên teze li dijî Îranê li Sênaya Amerîkayê, got: Astengîderxistin û bêsoziyên Amerîkayê tişteke teze nîne û di vî warî da me bi Fêdêrîka Mogiriya berpirsa siytaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Çîn û Rûsiyê ku ji aliyên Lihevkirna Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de ne, gotûbêj kirîye.

Zerîf bi gotina viya ku welatên ewropî destnîşan kirine ku wan dil hene peywendiyên xwe digel Îranê tevî bêsoziyên Am,erîkayê bidomînin, got: Pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî li gorî viya ku Îran û welatên Yekîtiya Ewropayê sozdarê cihanîna wê ne, bi awayê xwezayî bi pêşva diçe.

Wî ehr wiha armanca sefera xwe ya bo Norwêjê û beşdariya li Komcivîna Osloyê ravekirina helwêstên bingehîn ên Îranê wek welatekî xwazyarê aştî û aramiyê li navçe û cehanê da zanîn û got: Navçeya Rojhilata Navînê di çend heftiyên buihurî da  tûşî hin kêşeyên ku navbera welatên dorhêla Kendava farsê pêk hatiye, bûye û pêwîst e ku hewildanên navneteweyî li warê girtina rê li ber gurrbûna van kêşeyan berfire bibin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê îro anku duşemiyê li ser vexwendina fermî ya dewleta Norwêjê û ji bo beşdariya li Komcivîna Osloyê, berê xwe da Osloyêî.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li vê sefera durojî tevî amadebûna li komcivîna Osloyê, wê hevdîtinên duyalî digel rayedarên beşdar li vê komcivînê hebe û wê li ser babetên navçeyî û navneteweyî bi wan ra bişêwire.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha wê hevdîtinên duyalî digel rayedarên norwêjî hebe ku li van hevdîtinan li bara peywendiyên duyalî di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Norwêjê behs û danûstandin pêk tê û dawîn guhertinên navçe û cehanê tên hilkolandin.

Komcivîna Osloyê sala 2003`an destpêkê bi awayê civîneke biçûk pêkhatî ji navbeynkarên cûrbicûr hat lidarxistin; Di yekem dora civîna vê komcivînê tenê 17 welat beşdar bûn; Lê niha nûnerên zêde ji 100 welatî her salê beşdarî vê komcivînê dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu