IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqiyan derbeyên giran li terorîstan li Felûcê xistin

Li dewama serketinên iraqiyan li hember terorîstan, hêzên iraqî li bajarê Felûcê karîn ku bendava ser çemê Firatê û her wiha navçeya mal û xanîberlê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Hêzên Ewlehiyê û polîsê Iraqê her wiha li ser pêşdeçûna ji bajarê Felûcê ber bi navenda bajêr agahî dan.

Li vê barê çavkaniyên nûçeyan nivîsîn ku polîsê federala Iraqê karîn pêşdeçûna ku ber bi bendava Felûcê ya li rojava bajêr destpê kiribûn bi dwaî bînin û bendava ku ser çemê Firatê hatibû avakirin, azad bikin.

Eva di rewşekê de ye ku hêzên iraqî ku operasyona azadkirina Felûcê ji sê heftiyan berî niha ve destpê kirine, xwe gihandine nêzîkî navenda vî bajarî. Di vê midehê de navçên giring û stratejîk ên Kereme û El-Seqlawiyê hatine azadkirin.

Hêzên iraqî her wiha navça mal û xanîber têde ya li başûrê Felûcê jî azad kirin û alaya Iraqê ser banê yek ji avahiyan hilanîn.Li vê çarçoweyê Raid Şakir fermandê polîsê federal li Felûcê li bara kuştina 30 terorîstên DAIŞê tevî têkbirina 7 telikên teqînê li ber pêşdeçûnan agahî da. Ji aliyê din ve artêşa Iraqê karî ku gundên El-Zeanisê, El-Zeyban û El-Etrê li derdora Felûcê azad bikin. Her wiha pira Ebascemîlê jî ketiye destê hêzên iraqî.

Eva di rewşekê ye ku serokwezîrê Iraqê ser dewana operasyona azadkirina Felûcê li rojava Iraqê tekez kir. serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî roja sêşmeiyê li civîna taxima dewletê ya vî welatî got, operasyona azadkirina bajarê Felûcê li parêzgeha Enbarê bi viyan û îrade û bi plan û bernaman heya azadkirina tam a vî bajarî didome.

Operasyona Felûcê ji 23 meha Gulana buhurî bi beşdariya hêêzn artêşê, El-Heşdê el-Şebî, polîs û eşîrên navçê destpê bûye û du bajarên stratejîk ên El-Kereme û El-Seqlawiyê û 47 gund ketyine bin kontrola hêêzn eskerî û El-Heşdê El-Şebî yên Iraqê.

Serokê navenda lêkolînên ewlehiyê û stratejîk a El-Cimhûriyê ya Iarqê got:Besîca gelanî ya Iraqê destkevtên giring li vî welatî hebûye.

Mutez Muhî Ebdulhemîd serokê navenda lêkolînên ewlehiyê û stratejîk a El-Cimhûrî ya Iraqê li bara destkevtên besîca gelanî ya Iarqê li şerê li hember terorîstên DAIŞê spasiya kiryara El-Heşdê El-Şebî kir û destnîşan kir: Besîca Gelanî beşek ji pêkhateya ewlehî û eskerî ya Iraqê û bin çavdêriya serokwezîrê vî welatî ye.

Serokê navenda lêkolînên ewlehiyê û stratejîk a El-Cimhûriya Iraqê tekez kir: Besîca Gelanî jibo piştgiriya ji hêzên iraqî bona rawestana li ber terorîzmê hatiye avakirin û destkevtên giring hebûye.

Ebdulhemîd bal kişand ser vê yekê ku serketina besîca gelanî li navça Cerf El-Sexrê û paşê serketinên wê yên curbicur li bajarê Amerliyê û navçeyên din ên parêzgeha Selahedînê ji giştan re eşkere ye û got: Ev serkevtin nîşan didin ku hêzên xwebexş ên besîca gelanî amade ne û piştî erêkirina bang û agziya merceyetê hatin meydanên pevçûnan.

Serokê navenda lêkolînên ewlehiyê û stratejîk a El-Cimhûriyê ya Iarqê got: Armanca hêzên besîca Gelanî parastina Iraqê û jinavbirina DAIŞê ye û hêzên besêca gelanî ne ji firqe û mezhebeke taybet in û mezheb û eşîrên curbicur ên iraqî li nava van hêzana hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu