FilistînNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana Mafê Vegerê hat domandinê, filistînîyek hat şehîdkirinê, 10 jî birîndar bûn

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên xwenîşandana Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê da filistînîyek şehîd û 10 filistînî jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Kanala Al Alamê, xwenîşandana Mafê Vegerê duh wekî înîya çillem ser navê “em ji mafê xwe yê jîyana birûmet venagerin“li Zîvala Gezzê hat lidarxistin.

Xwenîşandana Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û didome.

Ji hîngê va heta niha di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst da 253 filistînî şehîd û zêde ji 26 hezar filistînî jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu