ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îrec Mescidî: Peywendiya navbera Komara Îslamî ya Îranê û malbata Sedrê peywendiyke dîrokî û  kûr  e

Îrec Mescidî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê li bara weşandina hin nûçeyan li bara hebûna bêtifaqiya navbera Komara Îslamî ya Îranê tev rêberê tevgera Sedra Iraqê, îdiayên bi vî rengî red kirin û got: Peywendiya navbera Îran û Muqteda Sedr dostane û bi biratî ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Îrec Mescidî, roja duşemiyê pîrozbayî got hevalbendiya Sairûnê ya ser bi Muqteda Sedr serokê tevgera  Sedra Iraqê ku kursiyên herî zêde li çaremîn hilbijartinên parlemanî yên vî welatî bi dest xistiye û got: Peywendiya navbera Komara Îslamî ya Îranê û malbata Sedrê peywendiyke dîrokî û  kûr  e.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê her wiha  ji viyana  gelê Iraqê  li bijartina  nûnerên parlemana vî welatî piştgirî kir û pîrozbayî got hemî partî, kom û hevalbendiyên  ku li hilbijartinê karîn ku kursiyan bi dest bixin.

Hin medyayê navçeyî li rojên derbasbûyî hin îdia  li bara hebûna  hin pirsgirêkan  navbera Sedrê û Îranê xistin rojevê û hin  gotin jî bi zarê wî girêdan.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Li hilbijartina parlemanî ya Iraqê,Komên kurdî li ser hev derdora 60 kursî, hevalbendiya Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedr 54 korsî, Feth bi serokatiya Hadî Amirî 47 korsî, Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî 43 korsî, dewleta Qanûn bi serokatiya Nûrî malikî 25 korsî, El-Veteniye bi serokatiya Eyad Elawî 22 korsî, Bereya Hikmet bi serokatiya Emar Hekîm 19 korsî û El-Qerar bi serokatiya Usame Nucêyîfî 13 korsî anîne dest.

Başa dön tuşu