NûçeFilistînRojhilatanavin

Di êrîşa dagirkeran de extiyarekî Filistînî şehîd bû

Huseyîn Kavarîk ê 60 salî ku ji bajaroka Avrata ya li başûrê Nablûsa herêma Şerîaya Rojava ya Filistînê ye, duh înê 29ê Tîrmehê danê êvarê ji ber birîna ku berê di êrîşên artêşa Îsraîlê da girtibû jiyana xwe ji dest da.

Kavarik ku pêdiviya wî bi alîkariya taybet hebû, roja sêşema borî li nuqteya leşkerî ya Huwwara ya li başûrê Nablusê rastî êrîşa hêzên dagirker bi fîşekên rast hat.

Li gorî şahidan dema ku şûşeyên vala li kolanan kom dikir, hêzên dagirker gule li wî reşandin. Ew gulebaran kir û ket erdê. Li gor medyayên siyonîstî, hêzên îşxalker wisa hizir kirine ku wî haziriya avêtina molotofan li wan dike.

Li gor agahiya ku televizyona Filistînê da, piştî bûyerê hêzên dagirker nuqteya leşkerî ya Huwwara ji trafîkê re bi temamî girtin. Her wiha rê nedan ambulans û tîmên alîkariyê yên ewil bigihêjin cihê bûyerê û alîkariya kalê birîndar bikin. Lê ambûlansa dagirkeran hat û ev kes birin cihekî nediyar. Ji ber vê yekê derbarê rewşa birîna wî de ti agahî nehatin bidestxistin.

Li derdora Nablusê 8 nuqteyên leşkerî yên sabit hene. Ji bilî van, dem bi dem dikarin nuqteyên kontrolê yên demkî werin danîn. Filistîniyên ku neçar man ji van herêman derbas bibin rastî îşkence û êrîşan tên û gelek kes ji ber lêgerîna wan an jî ji ber hincetên din tên binçavkirin.

Başa dön tuşu