IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Iraq bi şerê DAIŞê hemû welatên herêmê diparêze

Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî eşkere kir ku ji ber şerê DAIŞê 35 milyar dolar zirar gihîştiye Iraqê û got, ‘Iraq bi şerê DAIŞê ewlekariya hemû welatên herêmê diparêze.’

Serokwezîrê Iraqê Ebadî li “Kongreya Diyaloga Bexdayê’ ku bi beşdariya 8 welatan li ser têkoşîna dijî DAIŞê tê sazkirin û 2 rojan dom dike axivî.

Ebadî di gotara xwe de bal kişand ser şerê dijî DAIŞê û got: “Hinek welat Iraqê weke metirsî dizanin. Lê Iraq şerê DAIŞê dike û bi vî awayî ewlekariya welatên herêmê jî diparêze.” Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku ji bilî Artêşa Iraqê ti hêzeke din li ser erdê şerê DAIŞê nake û ziyana şerê DAIŞê ya ji bo Iraqê jî bûye 35 milyar dolar.

Ebadî li ser nakokîyên mezhebî li Iraqê jî rawestiya da zanîn ku DAIŞê hewl daye di navbera mezheban de nakokiyan derbixe, lê jiyana bi hev re û di nava aştiyê de bersiva herî baş e ji bo DAIŞê û got, ‘Di nêrîna dewletê de tolhildan nîne. Iraq tenê ne welatê şîeyan e, divê hemû kes dest ji parçekirina mezhebî berde.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu