Wezîrê Karên Navxwe yê Sûrîyê Mihemed Al-Şear ragihand ku wan û berpirsên Urdinê lihev kirine, îro derîyê sînorî yê Nesîb – Cabir ê di navbera her du welatan de ku 3 sal bûn hatibû girêdanê, bê vekirin.
Li gorî rapora televîzyona Al Ekhbariya, Mihemed Al-Şear got: Komîteya teknîkî ya Sûrîye û Urdinê di vê derbarê de civiya û biryar da ku îro derîyê sînorî yê Nesîb – Cabir ê di navbera her du welatan de bê vekirinê.
Berdevka hikûmeta Urdinê Cumana Xinêmatê jî bal kişand ser daxûyaniya Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê û tekez kir ku ew derîya damareke serekî ye ji bo veguhestina kelûpel û rêwîyan di navbera herdu welatan de û wê îro bi fermî bê vekirin.
Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona paqijkirina deverên başûra rojavaya vî welatî ji lepên komên têrorîst de di Tîrmehê de karî deverên derdora derîyê sînorî yê Nesîbê azad bike.