ÎranNûçeRojhilatanavin

Îro; Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê

Îro Pêncşemî, 29ê meha Ferwerdînê ya sala 1398an a Koça Rojî beranberî roja 18ê Nîsana 2019an roja rêzgirtina li mêrxasî û cangorîtiyên kedkarên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ye.

Navandina roja 29ê meha Ferwerdînê bi navê Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji dahêneriyên Îmam Xumeynî (RE). Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê bû. Bi taybet di rewşekê da ku Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tûşî astengîderxistinên cûrbicûr ên navxweyî û derveyî bûbû.

Bi boneya 29ê Ferwerdînê wek roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, rêûrisma Rêjeya yekîneyên mînak ên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li ber rayedarên pileberz ên leşkerî û rêvebirn Komara Îslamî ya Îranê li kêleka tirba Îmam Xumeynî (RE) li Têhranê dê were lidarxistin.

Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roleke girîng di xurtkirina şiyana berevanî û leşkeriyê ya Îranê heye û hema wisa berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê di warên cûrbicûr da parastine.

Başa dön tuşu