NûçeIraqRojhilatanavin

Parlamenterê Iraqê: ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’

Parlamenterê Iraqê Tayir Mexeyf diyar kir ku divê Wezareta Karên Derve ya Iraqê li NY’yê giliyê Tirkiyeyê bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji zarê Rojnewsê, Parlamenterê Iraqê Tayîr Mexeyf, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistana Iraqê axivî. Mexeyf da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê berdewam in û ji ber êrişan jî ziyanên mezin pêk hatine û gel jî gelek mexdûr bûye.

Tayîr Mexeyf her wiha anî ziman ku Tirkiye bi êrişên xwe re bi awayeke vekirî mafê serweriyê yê Iraqê binpê dike û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê, li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Divê hikûmet û Parlamentoya Iraqê li dijî van êrişan tevdîrên pêwîst bigire.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî divê ji bo aramiya gel, serweriya Iraqê û ewlehiya welêt, li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî giliyê Tirkiyeyê bike.”

Başa dön tuşu