CîhanEwropaNûçe

New Zelandayê ji bo tunekirina nexweşiyeke bakterî plan dike ku 150 hezar çêlekî telef bike

Li gor zanyariyên berdest, hikûmeta New Zelandayê ji bo bidawîanîna nexweşiyeke bakterî plan dike ku 150 hezar çêlekî telef bike. Li gor daxuyaniya dawî siyasetmedar û karsaz li ser planê li hev kirin.

Bûhayê projeyê wê 886 milyon dolar bigre, plan di nava 10 salan de pêl bi pêl wê têkeve meriyetê û li welatek cara yekemîn dê ji bakteriya Mycoplasma bovis paqij bibe. Telefkirina reqema 150 hezar çêlek di dîroka welatê New Zelandayê de yekem e.

Bakteriya Mycoplasma bovisê cara yekemîn Tîrmeha 2017an li welatê Zelandayê hatibû kifşkirin. Ev nexweşî li gelek deverên Ewropa û Amerîkayê hatiye dîtin û di girêşîra çêlekê de îltîhab, zatûre, ba û hinek nexweşiyên mayînde.

Başa dön tuşu