Gotûbêja De Mîstûra digel cîgirê Zerîf li Têhranê

Nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) li karên Sûriyê digel cîgirê erebî û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Stêfan De Mîstûra nûnerê taybet ê sikritirê giştî yê NY li karên Sûriyê ku îro anku şemiyê gihîşte Têhranê, digel Hisên Cabiorî Ensarî cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin pêk anî û li bara guhertinên Sûriyê bi taybet alûgûrên Helebê gotûbêj kirin.
Cabirî Ensarî pêştir li bara gotûbêjên Îranê sa çareserkirina qeyrana Sûriyê gotibû: Têhran digel welatên cûrbicûr gotûbêjê dike û wê hin civînên duyalî û çendalî digel welatên cûrbicûr ên navçeyê û hinek hêzxurtên navneteweyî li dar xine.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê her viha qala daxwaza Yekîtiya Ewropayê ji bo birêxistina civîna sêyalî bi amadebûna Sûriyê li bara alîkariyên însanî bo deverên qeyrandîtî yên Sûriyê kir û her viha got: Daxwaza birêxistina civîna sêalî ji aliyê vê tyekîtiyê divê were hilêxistin û hilkolandin û heke were pejirandin, renge civîneke sêalî ji bo hêsankirina alîakriyên însanî bo deverên qeyrandîtî yên Sûriyê were lêidarxistin.
Îranê bi caran li ser çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê pêgirî kiriye û li vê çarçovê gellek gotûbêj digel nûnerê taybet ê NY li karên Sûriyê pêk anîne (BANGÊ ÎSLÂMİ).