Hat ragihandin ku şevîdî li Parêzgeha Silêmaniyê ji 20î zêdetir erdhêj pêk hatine. Ji aliyê Midûriyeta Meteorolojiyêya Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku şevîdî bişev di dora saetên 12:00 û 03:00 an de ji 20î zêdetir erdhêjên cur be cûr pêk hatine.
Li gorî agahiyan navenda erdhêjan çiyayê Ezmerê û nêzîk 20 kilometre li navenda Ezmerê jî hatiye hîskirin. Midûriyeta meteorolojiyê ragihand ku pileyên erdhêjên şevîdî bişev pêk hatin di navbera 2.5 û 3.1 an de ne.
Cihê kêfxweşiyê ye ku di encama van erdhêjan de tu zirar li can û malên niştecihan nehat. (BANGE İSLAMİ)