CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Ishaq Alêhebîb: Amerîka û Kanada mafên mirovan wekî emrazekê dibînin

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li NY got: Amerîka û Kanada mafên mirovan wekî emrazekê dibînin.

Ishaq Alêhebîb şeva buhurî di civîna Civata Giştî ya NY da bal kişand ser pêşnivîsa biryarnama ku Kanadayê derheq mafên mirovan dijî Îranê da raber kirîye û Amerîkayê jî piştgirîyê dayê û got: Dijminên herî mezin ên mafên mirovan û dêmokirasîyê ew kesana ne ku van du babetana wekî emraza sîyaseta xwe ya derve li dijî gel û dewletên qanûnî yên ku berovajî berjewendîyên zorbêjane yên wan in, bi kar tînin.

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li NY ji ber gotinên vê dawîyê yên Mike Pompeo Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku gotibû Waşîngton dê wisa bike gelê Îranê birsî bimîne rexne kir û got ku bikaranîna xwarek û dermîn wekî çekekê li dijî welatîyan, cinayeta li dijî mirovantîyê ye.

Ishaq Alêhebîb herwiha got: Hêzeke xirabkir bi birêxistina şerê aborî li dijî îranîyan bi dû bêencamkirin an xalifandina hewildana Îranê ji bo jordabirina asta mafên mirovan e.

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li NY herwiha bal kişand ser piştgirîya giştalî ya Kanadayê ji cinayetên Rjîma Sîyonîst ên l idijî gelê Filistînê û bi bîr xist ku çarenûsa bi milyonan kes ji gorîyên zorbêjîya Israyîlê ji bo Kanaday ne girîng e.

Başa dön tuşu