Îshaq Cehangîrî alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê: Peymana Îran û Totalê bû sedema işkesta emerîkiyan
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê, wajokirina peymana Îran û Totalê weke işkesta emerîkiyan û boykotan da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li mersima vekirina entîkexaneya banka neteweyî ya Îranê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku emerîkî tevî boykotan Îranê raghandine ku mafê tu kesî nîne ku zêde ji 20 milyon dularî li pêşeya niftê ya Îranê sermaya xwe bixebitîne û got: Wajokirina peymana Îran û Totalê bû sedema işkesta emerîkiyan û boykotên wan.
Peymana berfirehkirina faza 11`an a Parsa başûrî, navbera şîrketa neteweyî ya nifta Îranê û konsersiyoma navneteweyî ya şîrketa niftê ya Totala Fransayê, 3 Tîrmeha 2017an bi qasî 4 milyar û 800 milyon dularî li Têhranê hat wajokirin.
Bi cihanîna peymana berfirehkirina faza 11`an a Parsa başûrî, rojê 56 milyon mêtrê çarkunc zirûfa berhemanîna Îranê di nava meydana gazê ya Parsa başûrî ya hevpar tev Qeterê zêde bibe.
Meydana gazê ya Parsa başûrî, çavkaniya herî mezin a gazê li cîhanê ye ku ketiye ser xeta sînorî ya hevpar a Îranê, gaza vê meydanê, 14 trîlyon mêtrê çarkunc û 18 milyar bermîl gaza şil e ku sedî 8 gişt gaza cîhanê digre ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)