İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îshaq Cehangîrî alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê: Peymana Îran û Totalê bû sedema işkesta emerîkiyan

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê, wajokirina peymana Îran û Totalê weke işkesta emerîkiyan û boykotan da zanîn.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li mersima  vekirina  entîkexaneya banka neteweyî ya Îranê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku emerîkî tevî boykotan Îranê raghandine ku  mafê tu kesî nîne ku  zêde ji 20 milyon dularî li pêşeya niftê ya Îranê sermaya xwe bixebitîne û got: Wajokirina  peymana Îran û Totalê bû sedema işkesta emerîkiyan û boykotên wan.

Peymana  berfirehkirina  faza 11`an a Parsa başûrî, navbera şîrketa neteweyî ya  nifta Îranê û konsersiyoma navneteweyî ya şîrketa niftê ya Totala  Fransayê, 3 Tîrmeha 2017an  bi qasî 4 milyar û 800 milyon dularî li Têhranê hat wajokirin.

Bi cihanîna  peymana  berfirehkirina  faza 11`an a Parsa başûrî, rojê 56 milyon mêtrê çarkunc zirûfa berhemanîna Îranê di nava  meydana  gazê ya Parsa başûrî ya hevpar tev Qeterê zêde bibe.

Meydana gazê ya Parsa başûrî, çavkaniya herî mezin a gazê li cîhanê ye ku ketiye ser xeta sînorî ya hevpar a Îranê,  gaza vê meydanê, 14 trîlyon mêtrê çarkunc û 18 milyar bermîl gaza şil e ku sedî 8 gişt gaza cîhanê digre ber xwe.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version