İslami Davet Kurdi Bange İslami

Îshaq Cehangîrî: Kuştin, xisar û pêkanîna bêtifaqiyê navbera Şîe û Suniyan ji aliyê grûpên tekfîrî va bûne fukareke cîhana Îslamê

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Kuştin, xisar û pêkanîna bêtifaqiyê navbera Şîe û Suniyan ji aliyê grûpên tekfîrî va bûne fukareke cîhana Îslamê.

Îshaq Cehangîrî alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li civîna  rêvebereên biryargeha avedankirina ya Xatem Ul-Enbiyayê(s) ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî tekez kir: Tevî bêewlehiya navçê Komara Îslamî ya Îranê tim navenda  istiqrar û ewlehiyê li navçê ye.

Alîkarê ewil ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêvî kir. şer û pevçûn li welatên Iraq, Sûriye û Yemenê dawî bibe û ev welat dikare Îranê li hember hemî pirsgirêkên  aborî yên pêşber serfiraz bike.

Nîşangeha Sipahê Pasdarên Inqilaba  Îslamî li warê avedankirinê vê sibê bi beşdariya alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê hat damezrandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version