ÎranNûçeRojhilatanavin

Işkesta terorîstan di warê destdirêjiy ser axa Îranê

Berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, hewldana terorîstan bona têkbirina ewlehiya Îranê işkestxwarî û bêencam da zanîn.

Serdar Sertîp Remezan Şerîf berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Meyadînê destnîşan kir; hewldana birek ji welatan bona cebirandina işkestên xwe li Iraq û Sûriyê, bi piştevaniya terorîstan bona têkbirina ewlehiya Îranê bêencam ma.

Remezan Şerîf bal kişande ser viya ku ewlehiya navçên sînorî yên Îranê jî wek ewlehiya hemû bajarên din e û destnîşan kir; Îran ji bo dabînkirina ewlehiya xwe, çavdêrîyê ser hewldana terorîstan û welatên piştevanê wan li derveyî sînorên xwe dike. Şerîf destnîşan kir; Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê bona parastina ewlehiya welêt gor tecruba zêde ji 30 salan a xwe, şêwazên organîzebûyî yên istixbaratê li navçê dişopîne.

Berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Grûpa terorîst a DAIŞ’ê gef li hinek ji welatên ewrûpî xwariye û heta kariye li hinek ji van welatan gefên xwe cih bîne lê li Îranê birek ji edamên vê grûpa terorîst hatine girtin û hemû hewldanên wan ên terorîstî pûç bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu