ÎranNûçeRojhilatanavin

Işkesta têrorîstan li navçê, hegera gefxwarina Amerîkayê li dijî Îranê ye

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Rola bibandor a Îranê li têkoşîna dijî têrorîsmê li Iraq û Sûrîyê, hegera sereke ya hêrsbûn û gefkirinên nû yên vî welatî li dijî Îranê ye.

Elaedîn Birûcêrdî serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê li gotûbêja ligel Ajansa Nûçan a Meclisê ya Îranê, biryara Amerîkayê ya boykotên nû li dijî Îranê binpêkirina berfire ya Rêketinameya navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê zanî û pêkutî kir: Bila Amerîka bizane ku boykotên bi vî rengî tu bandorekê li vîyana Komara Islamî ya Îranê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê li navçê nakin.

Di çarçova bêsozîya herî nû ya Amerîkayê têkildarî Rêketinameya Navokî da, wezareta xizînedarîyê ya vî welatî şeva buhurî bi daxûyanîyekê navê 25 kesayetîyên din ên sivîl û berpirs ên îranî xist nav lîsteya boykotên li dijî Îranê.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa Îranê herwiha got: Îran yê li hemberî kirêgirtîyên Amerîka û Ingilîsê li Rojhilata Navînê bi awayekî vebirr bisekine.

Birûcêrdî herwiha got: Sîyasetên dewleta nû ya Amerîkayê bûne sedema hêrsbûna gelên cehanê ji vî welatî ku ev yeka yê di pêşerojê da bibe sedema tenêmayîna Amerîkayê.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa Îranê li dawîyê bal kişand ser girtina zaroka pêncsalî ya îranî li Amerîkayê û got: Ev yeka nîşaneya lawazîya Amerîkayê li warê parastina ewlehîya netewî ya vî welatî ye û berî ku zîyanê bigihîne welatên din, zîyanê digihîne Amerîkayê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu