ÎranNûçeRojhilatanavin

“Îran wê tu carî piştevaniya ji gelê Filistînê ranewestîne“

Sikritirê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Armanca diyalog û danûstandinên siyasî li bara Filsitînê jinavbirina mijara Filsitînê ye û jinavbirina vî welatî armanca wan dagirkiran e ku ji bo serdestiya li ser tevahiya Filsitînê dixebitin“.

Sikritirê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Şemxanî li hevpeyivîna bi kanala Meyadîna Libnanê li bara biryara serokomarê Amerîkayê ya nasdandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst her wiha got: “Biryara vê dawiyê ya Amerîkayê bi wateya dawiya gotûbêja li ser Filsitînê ye û ev kiryara Donald Trump bû sedema yekîtiya navxweyî li Filsitînê“.

Sikritirê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Li fikr û ramana ciwanên filsitînî û ne-filsitînî ev bawer pêk hatiye ku Berxwedan tenha riya sekinîna li hemberî dagirkeran e“.

Elî Şemxanî berfirehbûna ramana Berxwedan û aşkirabûna rûyê Istikbarê ji encamên piştevaniyên Îranê ji mijara Filsitînê da zanîn û got: “Îranê tu wextî piştevaniya ji gelê Filistînê, mijara Filsitînê û rayedarên Filsitînê ranewestandiye û dê nema ji van piştevaniyan paşve bikişe“.

Sikritirê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: “Îranê li warê piştgiriya ji Filsitînê îsbat kiriye ku tu cuihêtiyekê navbera şîe û suneyan danayne û dê ji her koma ku pişta Berxwedana gelê Filsitînê bigire, berevaniyê bike“.

Sikritirê giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha li bara tawanên Amerîkayê li warê alîkariya mûşekî ya Îranê bo Yemenê got: “Ev tawanbarkirin bi armanca xalifandina raya giştî ya cîhanê ji beşdariya Amerîkayê li cinayetên Erebistanê li Yemenê bû, ji ber ku yemeniyan bi xwe çekên stratijîk hene û tu hewcetiya wan bi piştgiriya Îranê tune“.

Başa dön tuşu