IraqNûçeRojhilatanavin

Balafirên şer ên Iraqê li Sûriyê çeperên DAIŞê bombe baran kirin

Hêzên esmanî yên Iraqê li çeperên DAIŞê yên li Sûriyê bombe baran kirin. Wezareta Berevaniyê ya Iraqê got, “Me ev operasyon li gel Rûsya û Îranê bi awayekî hevpar pêk anî, tu peywendiya koalisyonê pê re tune ye.”

Serokwezîrtiya Iraqê ragehand ku hêzên esmanî yên Iraqê careke din li dijî çeperên DAIŞê bombe baran pêkanîne.

Artêşa Iraqê eşkere kir ku balefirên şer ên F16 di êrişên esmanî yên ku ji qada hewayî ya Sûriyê kirine bi hikûmeta Sûriyê re bi awayekî hevbeş pêk anîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku tevî hikûmeta Sûriyê bi Rûsya û Îranê re di nava kordînasyonê de tevdigerin.

Iraqê di meha îlona borî de jî li dijî çeperên DAIŞê yên li Sûriyê bombebaran pêkanîbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu