AborîCîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Qatar 24 balafirên şer ji Îngîlîzan dikire

Qatar bi Brîtanya re Peyman îmze kir ku 24 balafirên Eurofighter Typhoon ji Brîtanya bikire. Li gor beyana ku ji wezareta Bergiriyê ya Qatarê hat kirin do wezîrên bergiriyê yên her du welatan Gavin Williamson û Halid bîn Muhammed el-Atiyye li payîtexta Qatarê li Dohayê hatin cem hev.

Li gor ragihandinê di hevdîtinê de di navbera her du aliyan de ji bilî kirîna balafiran, damezrandina “filoya hevpar ya operasyonê” jî hat danîn. Wê fîlo di olimpiyadên sala 2022an de roleka baş bileyîze.

Hat ragihandin ku bedela van balfiran li dora 8 mîlyar dolariye.Qatar her weha roja pêncşemê ji Fransayê bi tevayî 6.6 mîlyar ewroyê 12 heb balafirên şer yên modela Rafale û 50 heb jî Airbus balafir bi peymanekî kirîbû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu