FilistînNûçeRojhilatanavin

Îsmayîl Heniye: Gelê Filistînê dest ji Quds û heqê zivirînê ber nade

Serokê nivîsgeha siyasî ya berxwedana îslamî ya Filistînê(HEMAS) got: Meşa mezine heqê zivirînê destpêka zivirîna filistîniyan ser hemû erdê filistînê ne.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Îsmayîl Heniye serokê nivîsgeha siyasî ya berxwedana îslamî ya Filistînê(HEMAS) li gotinên xwe yên îro îniyê li Zîvala Gazayê bi munasibeta Heqê zivirînê got: Gelê Filistînê îro meşekî berfireh birê xistine ku bêjin eva heqê wan e ku bizivirine ser axa xwe û hatine ta ku bêjine Trump ku qet dest ji vî heqê xwe bernaden.

Donald Trump serokkomarê Amerîka 6 kanûna sala 2017 Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî daye nasandinê.

Heniye destnîşan kir: Gelê Filistînê li bara Qudsê û heqê zivirîna ser axa xwe bi hevra ne û ev meşa destpêka zivirîna ser hemû axa filistîniyan e.

Serokê nivîsgeha siyasî ya berxwedana îslamî ya Filistînê ragihand: Filistînî qet îznê nadin ku heqê zivirînê hema wekî diroşmekê bimîne û bi micidî ji hemû îmkanên xwe behre digire ta ku hemû awareyên filistînî bizivirin ser axa xwe.

filistîniyên Zîvala Gazayê  îro îniyê 30 Adarê hevçavî “Roja erdê“ meşekî aşitîxwazane ser navê heqê zivirînê birê xistin û li sînorê zîvala Gazayê tev axa Filistîna dagîrbûyî kom bûn û ser îcrabûna biryarnama 194 a Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî sekinîn.

Li xala 11-an a vê biryarnamê îşareyî heqê filistîniyan bona zivirîna ser axa wan bûye.

Xaca Sor a Filistînê ragihand ku ji ber êrişa eskerên siyonîstî ser van meşwanên filistînî heta niha 2 filistînî şehîd bûne.

Wezareta saxlemiya Filistînê jî ji birîndarbûna 55 kesan ji ber êrişa eskerên siyonîstî ser van meşwanan xeber da û ragihand ku 35 kes ji van birîndaran hema ketine ber hedefa rasteraste gullên siyonîstan.

Hatiye ragihandin ku îro serê sibê û pêş destpêbûna meşa heqê zivirînê filistîniyek li Zîvala Gazayê kete ber hedefa topxana siyonîstan û şehîd ket.

Başa dön tuşu