AsyaCîhanEwropaFilistînNûçeRojhilatanavin

Îsmayîl Heniye: Qudsa hevgirtî û yekparçe paytexta Filistînê ye

Serokê nivîsgeha siyasî ya berxwedana îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Bajarê Qudsa yekparçe, paytexta welatê Filistînê ye û welatên erebî û îslamî çavên xwe li ser Quds`êgirê naden.

Li gorrapora telivîzyona Al-Alam`ê, Îsmayîl Heniye serokê nivîsgeha siyasî ya berxwedana îslamî ya Filistînê (Hemas) îro şemiyê li civîna 11-an a navnetewî ya Quds`ê li Gazayê got: Ew rûdawên ku roja îroli Filistînê diqewimin netenê întefazeyekî filistînî belkî întefazeyekî cîhanî dijî dijmin e her ji ber viya bû ku çaxê welatên cîhanê li Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî dengê xwe li bara Quds`ê dan, welatên cîhanê bersiva “Na“ dane serokkomarê Amerîka.

Heniye destnîşan kir: Quds nîşana dînî ya Filistînê ye loma gelê Filistînê hemûhêza xwe bona parastina vê sembola îslamî bikar digirin, eva li halekê ye ku Rejîma Siyonîstî dixwaze van nîşanên dînî û dîrokiye misilmanan berovajî bike ta ku dîrokekî derewîn ji bo xwe çê bike.

Serokê nivîsgeha siyasî ya berxwedana îslamî ya Filistînê(Hemas) destnîşan kir: Quds paytexta siyasî ya welatê Filistînê ye û paytexta dînî ya hemû misilmanên cîhanê ye.

Wî got: Quds herwisa paytexta mirovî, exlaqî û erzişî yê hemû azadîxwazên cîhanê , pêkhatî ji Misilmanan û Mesîhiyan e.

Serokê nivîsgeha siyasî ya berxwedana îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Hemû Quds yê gelê Filistînê ye û xelkê Filistînê îzna gotûbêja li bara Quds`ê nadin tu kesî.

Heniye got: Pêwîste ku gelê Filistînê bixwe li bara pêşeroja xwe biryarê bigrin û bi hêz û qawet li hemberî siyaseta Amerîka ya dijî xwe rawestin.

Başa dön tuşu