NûçeCîhanRojhilatanavin

Îsraîl a terorîst plan dike ku li Îmaratê binesaziya balafiran ava bike

Medyaya Îsraîlî ya Rejîma Siyonîst ragihand ku ev rejîm bi girêbestek bi buhayê 2 milyon dolarî dê binesaziya firokeyên bêfirokevan li navçên bajarî yên Îmaratê çêbike.

Li gor malpera “Emirati Leaks”, çêkirina van binesaziyan yek ji destpêşxeriya herî dawî ye ku ji bo bihêzkirina hevpeymaniya leşkerî di navbera Îmarat û rejîma terorîst a Îsraîlî de hatiye kirin.

Derdorên ewlekarî û leşkerî yên siyonîstî eşkere kirin ku kompaniya Îsraîlî ku pisporê berhevkirin û analîzkirina zanyariyên hewayî ya bi navê “Aerobotics” e, erkê çêkirina rêze binesaziyên girêdayî firokeyên bêfirokevan ji bo dezgeheke hikûmeta Îmaratê bi bikaranîna firokeyên bêfirokevan li navçên bajarokî ye.

Li malpera “qeşa” ya Rejîma Siyonîst hat diyarkirin ku Aerobotics ku daneyên hewayê bi rêya binesaziya ewleh a firokeyên bêfirokevan kom dike û analîz dike, dê xizmeta vê saziya hikûmî ya Îmaratê bike.

Vê malperê amaje bi wê yekê jî kir ku sîstem û xizmetguzariyên ku ji aliyê vê kompaniya Îsraîlî ve tên pêşkêşkirin, ji aliyê Îmarat ve li Expo Dubai hatine ceribandin, û ev sîstem wek toreke dronên zîrek tevdigerin.

Başa dön tuşu