Îsraîlê çêkirina bajarokan ji siyonîstan re li erdên filistînî bi awayekî berfire didomîne

Rejîma Siyonîstî bi piştguhavêtina daxwazên cîhanî û biryarnamên NY dixweze ku zêde ji 7 hezar û 100 malan ji bo siyonîstan li erdên filistînî bi taybetî li Qudsê çê bike.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê armanca Rejîma Siyonîstî ji berfirehkirina bajarokan li Qudsa dagirbûyî cidakirina Qudsa rojhilat ji navçên derdora wê û zêdekirina hejmara bajaroknişînên siyonîst li vê navçê û zevtkirina zêdetir a erdên filistîniyan e.
Rejîma Siyonîstî dixweze ku plana li dijî filistînî ku wek “Nimaya Qudsê“ hatiye binavkirin lê digere ku hejmara filistîniyên rûniştiyê Qudsê ji sedî 37 ê bîne sedî 12ê.
Serokê komîta darêştina bernaman û avedankirinê yê Rejîma Siyonîstî li şaredariya Qudsê gotiye piştî bijartina Donald Trump serokomarê Emerîkayê Îsraîl dixweze li Çila 2017an zêde ji 30 hezar malên nû li Qudsê ava bike.
Li gorî ragihandina çavkaniyên siyonîstî bûdca çêkirina bajarokan li erdên dagirbûyî ji par ve heya niha gihêştiye sedî 500 û gihêştiye 110 milyon dularî.
Berfirehkirina çêkirina bajarokan li halekê ye ku siyaseta xopanê ya Îsraîlê li Mizgevta Eqsayê jî didome û proja kolandinê li derdora mizgevta Eqsayê cih hatiye.
Li gorî vê planê ciwanên îsraîlî divê li kolanên Rêxistina qaşo şûnewarên kevnarî yên vê rejîmê li derdora mizgevta Eqsayê û navçên din ên Qudsa şerîf beşdar bibin.
Proja çêkirina stasiyona riya hesin li kêleka dîwarê Nudbê pêngaveke destdirêjiyê ya din e ku bûye sedema derketian nakokiyên cidî navbera Îsraîl û filistîniyan. ji ber ku ev dîwara beşek ji dîwarê rojava mizgevat Eqsayê ye ku li navça sereke ya munaqişeya Îsraîl û filistîniayn de ye.
Destdirêjiya ser mizgevta Eqsayê heya niha hegera destpêbûna du întifazên filistîniyan li dijî Îsraîlê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)