NûçeFilistînMafên MirovanRojhilatanavin

Îsraîlê di 151 rojan da li Xezeyê 13 hezar û 430 zarok kuşt

Hat ragihandin ku arteşa Îsraîle ji 7e Cotmeha 2023yan vir va di erişen li ser Xezeye da 13 hezar û 430 zarok qetil kir.

Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta Xezeyê der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir va li ser Xezeyê tên kirin û gihîşt 151 rojî da agahiyên dawîn parve kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va li Xeta Xezeyê li dijî jin, zarok, sivîl û gelê Filistînê 2 hezar û 675 qetlîam kir.

Hat gotin di van êrîşên ku 151 roj in dewam dikin da 13 hezar û 430 zarok, 8 hezar û 900 jî jin hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku jê ji sedî 70yê wan jin û zarok 7 hezar kes di binê kavilan da ne yan jî winda ne.

Hat daxuyandin hejmara kuştiyên ku rakirine nexweşxaneyan bû 30 hezar û 534 û hejmara birîndaran jî bû 71 hezar û 920.

Başa dön tuşu