ÎranNûçeRojhilatanavin

Birûcêrdî li bara dûhatên dewama sîyaseta Ingilîsê ya birêxistina fitnê li navçê hişyarî da

Elaedîn Birûcêrdî serokê komsîyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê li bara dûhatên dewama sîyaseta Ingilîsê ya birêxistina fitnê li Rojhilata Navînê hişyarî da.

Serokê komsîyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê wekî berteka li hemberî gotinên li dijî Îranê yên Terza Mêy serokwezîra Ingilîzê l icivîna duh a Konseya Hevkarîya Kendava Farsê li bajarê Menamê, got: Ev gotinên li dijî bêtifaqîyê, qet li gorî rastîyên li bara Îranê nînin.

Terza Mêy serokwezîra Ingilîsê li merasima kutabûna civîna serokên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ku 37`emîn dewra wê li bajarê Mename paytexta Behrêynê hat lidarxistinê, Îran gefeke aşkira jibo navça Kendava Farsê binav kir û got: London bi dû şirîkatîya istiratêjîk ligel hevpeymanên xwe li Konseya Hevkarîya Kendava Farsê jibo sekinîna li hemberî gefên Îranê amade ye.

Birûcêrdî bi pêkutîya li ser vîya ku gotinên serokwezîra Ingilîzê jibo asta peywendîyên her du welatan a di asta sefîr da nînin, got: Heke Ingilîsê bixwaze vî sîyasetê li hemberî Komara Islamî ya Îranê bidomîne, meclisa şêwra islamî ya Îranê yê careka din asta peywendîyên her du welatan daxe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu