FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Israyîla dagirkera siyonîst koçberkirina bizorê ya filistînîyan didomîne

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dêyvîd Kardên serokê nivîsgeha hevdengkirina karên insandostîyê ya NY li erdên dagirbûyî yîn Fiilstînê şeva buhurî bi daxûyanîyekê ragihand: 9 hezar malbatên filistînî (47 hezar filistînî) ji Tebaxa sala 2014`an ve heta dawîya sala 2016`an bi darê zorê ji hêla Rêjîma Sîyonîst va ji deverên curbicur ên filistînî hatine koçberkirinê.

Kardên herwiha got: Hejmara herîzêde ya koçberan di sala 2016`an de ji Rexê Rojavaya Çemê Urdinê bûye bi awayekî ku zêde ji 1600 kes ji wan 759 zarok neçar mane terka mal û warê xwe bikin.

Wî herwiha got: Bi hezaran filistînî li devera Cîmê li Beyt ul Muqedesê jî li ber koçberîya bi darê zorê ne ku ev yeka ji ber zextên Rêjîma Sîyonîst ên ser gelê vê deverê da ye.

Rêjîma Sîyonîst bi merema bicihkirina cihûyan li deverên filistînî û guhertina demogirafîya deverên filistînî ser xêra sîyonîstan hertim malên filistînîyan xirab dike û wan neçar dike koç bikin.

Dêyvîd Kardên serokê nivîsgeha hevdengkirina karên insandostîyê ya NY li erdên dagirbûyî yîn Fiilstînê li dawîyê bal kişand ser vê yekê ku derbasgeha sînorî ya Refehê ser sînorê Misrê di salên 2015 û 2016`an de bi awayê rêzê tenê 44 û 32 rojan vekirî bûye, pêkutî kir: Rayedarên misrî vê derbasgehê venakin lewma rewşa Zîvala Gezê girantir bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu