Israyîlîyan jî êlegên Zer li xwe kirin û dest bi xwenîşandanê kirin

Nêzî 250 nerazîyên israyîlî duh êvarê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê û kolanên Qudsê wekî welatîyên firansî êlegên Zer li xwe kirin û bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa bêserûber a debara jîyana dest bi xwenîşandanê kirin.
Rojnama Yadiot Aharanotê nivîsî ku bi destpêbûna wê xwenîşandanê, bi sedan hêzên polîs li cihê xwenîşandanê bi cih bûn û li hin deran jî rê girêdan.
Çendekê berî niha, dezgeha israyîlî ya “bibîranîna Ezra Şevlamîtê“ ragihand ku bi hezaran malbat li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê pêrgî hejarîyê bûne û malbat neçar in di navbera xwarek û dermîn da yekî hilbijêrin.
Bi hezaran sîyonîstên niştecihê bajarokan jî pêncşemê şevê bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa nebaş a ewlehîyê li ber mala Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû dest bi xwenîşandanê kirin.