FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Istandina daraîyên Îranê pê behrehgirtina ji hemû emrazên navnetewî

Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî got ku bilî xebata birek ji welatan bona zextûzora ser gelê Îranê û zeftkirin û ragirtina daratiya Îranê destnîşan kir; Têhran bona istandina daratiya xwe ji hemû emrazên navnetewî ji wan şikayeta li cem dîwana dozgêriya navnetewî dê behrê bigre.

Qulamelî Xuşrû Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî bilî li civîna duh pêncşemê ya pejirandina venêhrînên istertijîk yên pêncane xebatên dijî terorîzmê li civata giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî bilî mehkûmkirina kiryarên terorîstî li Iraq, Sûriye, Lubnan, Bengladêş, Tirkiyê û Erebistana Seûdî got: Terorîzm meseleyekî çend alî ye û pêwîste hemû welatên cîhanê dû ji neyariyên xwe yên siyasî bona jinavbirina vê xeterê alîkariyê bidin hevdu.

Qulamelî Xuşrû Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî bal kişande ser viya ku birek alî hema bi tenê lîstên terorîstî çê dikin û birek ji welatan bi alîkarîdayîna bi teriorîstan tawanbar dikin, wekî qerez û mihanên siyasî daye zanîn û got: Siyasetên wiha mehkûmin û pêwîste welatên cîhanê hemû haje xetera terorîzmê bin û alîkariyê bidin hevdu.

Qulamelî Xuşrû kiryarên wiha dijî heq û mafê navnetewî û li çavçîva siyasetên van dewletan daye zanîn û destnîşan kir; Ev siyasetên wiha bê şik bi menaya binpêkirina qayde û qirarên navnetewî ye û xebatên cîhanî ji bo sekinîna li hemberî terorîstan lawaz dike.

Nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li bara mesela Filistînê jî got: Îran her cure qiyaskirin dinavbera xebatên gelê Filistînê bona berevaniya qanûnî ji heq û mafê xwe tev kiryarên terorîstî bi şîdet mehkûm dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu