CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin
Istixbarata Hollandayê: Daişiyên hollandî ku vedigerin welat xetere ne
Ji servîsen istixbaratê yê Hollandayê AVID, ji bo xetereya daişiyên vegeriyane Hollandayê, hişyariyek weşand. AVID di daxuyaniya xwe de dibêje DAIŞiyên hollandî ku li Iraqê qada desthilatdariya wan teng dibin û vedigerin Hollandayê li vir xetereya êrîşa wan heye.
Servîsa istixbaratê ya Hollandayê bibîr xist ku DAIŞê li Iraq û derdorên wê qadeke berfireh ji dest daye. Ji ber vê ye xetere heye ku li welatên Ewropayê êrîşên terorî pêk bînin. Her wiha AVID bibîr dixe dibe ku hejmara daişiyên ku ji Iraqê derbasî Ewropayê dibin jî zêdetir bibin.
Di hişyariyê de hat gotin: Hêzên ewlehiyê yên İraqê ji 16ê cotmehê û vê de operasyonek li dijî DAIŞê dane destpêkirin û ev rêxistina terorîst her ku diçe qada di dest xwe de teng dibe. Heya niha jî 50 terorîstên hollandî ji ber ku qada wan teng bûye vegeriyane Hollandayê. Ji sê kesan yek ji vana jin in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)