IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Îstixbarata Iraqê cihê Ebû Bekir Bexdadî deşîfre kir

Hikûmeta Iraqê dibêje, xelîfê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ta niha zindî ye û li navçeyekê ser bi Dêra Zora Sûriyê li nêzîkî sînorê Iraqê xwe veşartiye.

Berpirsekî Wezareta Navxwe ya Iraqê bi navê Ebû Elî Besrî di hevdîtinekê de ligel televîzyona “Fox News” a Amerîkî ragihandiye, li gor dawî zanyariyên wan Ebû Bekir Bexdadî niha li gundê Hicîn ê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê ye ku 18 km dûrî sînorê Iraqê ye.

Besrî daye zanîn, berî çend rojan zanyarî li ser cihê Bexdadî ketin destê saloxgeriya Iraqê û gotiye, li gor wan zanyariyan jî biryar e bi hevkariya hêzên Rûsî, Sûrî û Îranî çend êrîşên esmanî li nava xaka Sûriyê encam bidin.

Ji aliyekî din ve, berdevkekî HSDê bi navê Mistefa Balî ji Fox Newsê re gotibû, egerek mezin heye xelîfê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li gundekî ser sînorê Sûriye û Iraqê xwe veşartibe.

Başa dön tuşu