NûçeRojhilatanavinSûriye

Îstixbarata Tirkiyê bircên telefonê li Efrînê têk birin

Artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi wê bircên hêlên telefon û Internetê yên kompanyayên Sûriyê MTN Syria û Syriatelê li herêma Efrînê têk birin.

Navenda Medyayî ya Efrînê ragihand ku hêzên Tirk û têrorîstên ser bi wan roja 11`ê vê mehê birca pêwendiyên telefon û Internetê ya kompanya Syriatel li gundê Meydankê têk birin û dixwazin bircên telefon û întêrnêtê yên kompanyayên Tirkîyê daynin cihê wan.

Ligorî vê raporê, berî demekê jî grûpên têrorîst birca kompanyaya MTN Syria li navçeya Cindirêsê rakiribûn.

Wê navendê diyar kir, niha li herêma Efrînê tenê hêlên pêwendiyên telefon û Internetê yên Tirkîyê hene û ew jî di bin çavdêriya Istixbarata Tirkiyê (MIT) de ne.

Li gor zanyariyên wê navendê, istixbarata Tirkiyê xizmeta Internetê li ser kesên ku karta wan “Kîmlik” (nasname) tune jî qut kiriye.

Navenda Medyayî ya Efrînê têkildarî armanca rakirina wan bircên kompanyayên Sûrî, ragihand: Armanca îstixbarata Tirkiyê ew e ku bixwe xizmeta telefon û Internetê li Efrînê dabîn bike, ji bo bi hêsanî çavdêriyê ser çalakvanan bike.

Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Artêşa Sûrîya Azad Mihemed Hemadîn ji medyaya opozîsyona Sûriyê re ragihand, wan ji ber sedemên ewlehiyê dest bi rakirina bircên kompanyayên Sûrî kirin û di demên bê de jî ew li tevahiya navçeyên bakur û rojhilatê Helebê jî bircên kompanyayên Sûrî rakin.

Başa dön tuşu