CîhanEwropaFilistînNûçeRojhilatanavin

Îtalî dijî şeytana mezin Amerîkayê li ber balyozxaneya Amerîkayê li bajarê Romayê kom bûn

Îtalyayî û filistîniyên rûniştiyê vî werlatî wek nerazîtiya li hemberî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Beytul Muqedesê, li ber balyozxaneya Amerîkayê li bajarê Romayê kom bûn.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya nûçegihanê IRNAyê li Romayê, Bi sedan kes ji îtalyayî û filsitîniyên rûniştiyê Îtalyayê bi bnîşana nerazîtiya li hemberî karê yekalî û xweser a Amerîkayê yê veguhestina balyozxaneya xwe li erdên dagirbûyî yên Filsitînê bo Beytulmuqedesê, tevî kombûna li ber avahiya balyozxaneya Amerîkayê li Romayê û bilindkiirna dirûşme û slûganên dijî Amerîkayê, ev karê Trump şermezar kirin.

Xwenîşanderan bi rakirina ala Filsitînê û hin parçenivîsên bi dirûşmeyên dijî Amerîka û Rêjîma Siyonîst, daxwaza rizgariya Filsitînê û vegeriyana penaberên filsitînî bo war û welatê xwe kirin.

Xwenîşanderan her wiha wek piştevaniya ji gelê buindest ê Filsitînê, li dijî cinayetên Rêjîma Siyonîst dirûşme dan. Ev xwenîşandana berfireh bi tu awayî li mêdyayên Îtalyayê nehat ragihandin.

Roja çarşemiyê jî bi sedan welatiyên îtalyayî bi kombûna li ber avahiya parlimana vî welatî, kiryarên hovane yên Rêjîma Siyonîst ên kuştina filistîniyan li Xezeyê û veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsa dagirbûyî şermezar kirin. Xwenîşanderan bi dirûşmeya “Israîlê kujer e“ û “Filisitn divê were rizgarkirin“ daxwaza bidawîanîna cihêkariya nijadî li Filsitîna dagirbûyî kirin.

Başa dön tuşu