EwropaNûçe

Îtalya ji bo referandûm diçe ser sindoqan

Referandûma Îtalyayê ya ku tê de dê çarenûsa serokwezîrê welatî Matteo Renzi û pêgeha Îtalyayê di nava Yekitiya Ewropayê bê diyarkirin dest pê kir.

Dengdana referandûmê saet 07:00ê sibehê bi dema Îtalyayê dest pê kir ûew ê heta saet 11:00ê şevê berdewam bike.

Di vê referandûmê de, kêmkirina karbidestiya senatoyê tê pêşbînkirin û tê gotin ku ev referandûm wek dengdanekê ji bo peyitandina baweriya bi Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi ye. Herwiha gelê Îtalyayê di referandûmê de deng dide wê guherîna destûra bingehîn ku tê de ew ê pergala siyasî ji nû ve teşe bigire. Ji aliyê din ve, referandûm pêşbîn dike ku karbidestiya parlementoyê bê zêdekirin û ya senatoyê bê kêmkirin.

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi gotibû ku “na” ji sindoqan derkeve, ew ê dest ji kar berde. Ji aliyê din ve, dijberên Renzi dibêjin ku ev referandûm bê erêkirin, ew ê hêza hikûmetê zêde bibe û hêmana cudahiya hêzên dê zirarê bibîne. Eger di referandûmê de dengê “na” derkeve û Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi dest ji kar berde, ew ê hilbijartina pêşwext bê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu