ÎranNûçeRojhilatanavin

Îtalyayê amadetiya xwe bona xebitandina sermayê li Îranê ragihand

Balyozê Îtalyayê li Têhranê li bara amadetiya çend şîrketên mezin ên vî welatî bona xebitandina sermayê li binavahiyên Îranê agahî da.

Li gorî rapora peywendiyên giştî yên Rêxistina berfirehkirina ticaretê, Maoro Kençatorî, balyozê Îtalyayê li Têhranê roja şemiyê li hevdîtina tev Welîullah Efxemîrad alîkarê wezîrê pêşe, maden û ticaretê û serokê Rêxistina berfirehkirina ticaretê ya Îranê got ku hefteya tê taximeke aborî ji çend şîrketên mezin ên Îtalyayê dê sefera Îranê bike da ku girêbestên dawiyê tev aliyên îranî li projeyên curbicur wajo bikin .

Maoro Kençatorî got ku nunerên şîrketên sîgorte û banka Îtalyayê jî li vê seferê hizûr hene û hemî kesên ku taxima îtalî pêk tînin tam li ser projeyên Îranê agehdar e.

Balyozê Îtalyayê li Têhranê bal kişand ser muzakire û gotûbêjan li sala buhurî navbera berpirsên pilebilind ên du welatan li çarçoweya berfirehkirina hevkaryên aborî û got : Dema cihanînê gihêştiye û Îtalya li benda destpêkirina karên xwe tev aliyên îranî ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu