ÎranNûçeRojhilatanavin

Îtirafa amerîkiyan li hemberî hêz û qaweta Îranê ya pêşîlêgirtinê

Fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, serdar sertîp  Elî Ferdewî şeva çûyî li merasima bibîranîna 1000 şehîdê rojhilata bajarê Îsfehanê  got: Bi salan e ku amerîkî pêhesiyan e  ku li ber Înqilaba Îslamî ya Îranê nikarin gavekê banêjin an êrişekê cih bînin, çûnku bi salane hêz û qaweta Înqilaba Îslamî bûye berbendeke mezin li hemberî êrişên dijminan, ku dijmin bi xwe jî bi vê yekê îtiraf dike.

Serdar Fedewaî balkişande ser desteserkirina marînzên amerîkî ji aliyê sipahê pasdaran li nav avên Kendava Farsê ku li meha Çileya bihûrî qewmî. Kûratiya berûlayên vê bûyerê bi hêsanî nayê vegotin û femkirin.

Fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser karîn navxweyî ya welêt û hebûna şert û mercên baş ên aborî û fînansî yên Îranê ji bo çareseriya pirsgirêkan û got:Em nikarin bi êder û pîvanên welatên rojavayê pirsgirêkên welêt çareser bikin, belkî rêçareya van pirsgirêkan heman ew rûçareyan n ku Înqilaba Îslamî raber kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu