Îxracata gaza Îranê bo Komara Azerbaycanê berfireh dibe
Serokê karûbarên tendrustî, ewlehî, jîngeh û berevaniyê ya navça 8 ê ya guhestina gaza Îranê ragihand ku îxracata faza ji Astarayê bo Komara azerbaycanê zêde bûye.
Li gorî rapora IRNAyê, FErhad Qedîmî serokê karûbarên tendrustî, ewlehî, jîngeh û berevaniyê ya navça 8 ê ya guhestian gaza îranê roja yekşemiyê nav koma nûçegihanan li bajarê Astarayê got: Rojê 5 milyon mêtrê kûp gaz ji navenda derfirotina gazê ya AStarayê bo Komara Azerbaycanê tê şandin ku biryar e ev asta bighêje rojê 20 heya 25 mêtrê kûpê li rojê.
Qedîmî tekez kir: Ji hêla mewqiya stratejîk û hevsînorbûna Îranê tev welatên Iraq, Tirkiye , Komara Azerbaycan, Ermenistan û Nexcewanê derfirotina gazê jibo anîna diravê derve nav Îranê pir giring e.
Navça heşt a guhestina gaza Îranê parêzgehên Azerbaycana rojhilat, Azerbaycana rojava , Zencan, Kurdistan,Gîlan û Erdebîlê dgre ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)