Ebas Kazimî alîkarê wezîrê niftê yê Îranê roja yekşemiyê li civîna rojnamegeriyê bi munasibeta heftiya dewletê got : Îran niha rojê 400 hezar bermîl niftê îxrac dike ku hêza zêdekirina wê heya 500 hezar bermîlê jî heye.
Ebas Kazimî detsnîşan kir : Bi pergalkirina benderên başûrê Îranê û serrastkirina binavahiyên îxcracatê, îmkana zêdekirina îxracata niftê bi qasî 600 hezar bermîlê heye.
Kazimî her wiha hêvî kir: bi Behregirtin û cihanîna projên palînê heya 9 salên din Îran dê bibe îxrackirê zêde ji milyonek û 500 hezar bermîl niftê.
alîkarê wezîrê niftê yê Îranê destnîşan kir: Bi cihanîna projeyên palînê li Îranê zirûfa palînê ya Îranê ji milyonek û 850 hezar bermîla niha dê bighêje sê milyon û 200 hezar bermîlê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)