Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê( Hamas) destnîşan kir ku gotûbêjên navbera komên filistînî li bara aşitiya neteweyî û pêşniyara hevhatina agirbesê li Qahira paytexta Misrê kuta bû.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Îzet El-Reşeq, endamê Hemasê îniyê şevê di twîtekê de nivîsî: Komên filistînî nihêrînên xwe li bara pêşiyara agirbesê li Gazayê û her wiha plana aşitiya neteweyî xistin rojevê û muhtemel e dewra nû ya gotûbêja navbera komên filistînî çend rojên tê destpê bibin.
Di hemen demê de, Xelîl El-Hiye, cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê li Gazayê destnîşan kir ku hewldanên Misr, Qeter û aliyên navneteweyî ji bo cihhatina agirbesa navbera berxwedana Filistînê û Rejîma Siyonîstî li qonaxa dawiyê nêzîk bûye û ev hevhatina li gor hevhatinên sala 2014an e.
Hevhatina aşitiya neteweyî li 23 Nîsana 2014`an navbera Hamas û tevgera Fathê ji bo damezrandina dewleta Wifaqa neteweyî hat îmzekirin û biryar bû 6 mehan piştî wê jî hilbijartin were lidarxistin ku ev yeka neqewimî û dewleta Wifaqa Neteweyî erkdariya xwe li zîvala Gazayê destpê nekir.
Taximek ji tevger Hamasê tev taximek ji komên filistînî ji sêşemiya buhurî yanê 14 tebaxê ve ji bo beşdariya li gotûbêjên aşitiya neteweyî û agirbesê berê xwe dan Qahirê û hin hevdîtin bi berpirsên Rêxistina Îstixbarata Misrê re ji bo hevdengkirina helwestên xwe li bara agirbesê li dar xistin.