FilistînNûçeRojhilatanavin

Îzet er-Rişq:”Em Filistînî çareseriyên ku mafên me binpê dikin yên ku bi destê hêzeke wekî Amerîkayê li ser me tê ferzkirin, qebûl nakin”

Ji rêvebirên Hemasê Îzet er-Rişq got ku Filistînî li hemberî “Peymana Sedsalê” û hemû cure planên ku mafên gelê Filistînê îxlal dikin, disekinin.

Rişq bi heyeta ligel xwe li Berûtê bi Serokwezîrê Lubnanê Saad el-Harîrî re hat bal hev. Rişq li vir daxuyaniyek da û got, Em Filistînî çareseriyên ku mafên me binpê dikin yên ku bi destê hêzeke wekî Amerîkayê li ser me tê ferzkirin, qebûl nakin.”

Rişq got ku bi Komîsyona Diyalogê ya Filistîn-Lubnanê ya ku wê di demeke nêz de bi Serokwezîr Herîrî re dest bi xebatan bike re hevdîtin kirine û ji vê komîsyonê hêvîdar in.

Rişq bal kişnad li ser Plana Peymana Sedsalê û got ku dixwazin bi vê rêyê meseleya Filistînê û mafên gelê Filistinê ji holê rabikin.

Lijneya Hemasê bi Serokê Meclisê Nebih Berî re hat bal hev. Rişk got ku digel Berî li ser Komîsyona Diyalogê ya navborî axivîne û got ew hêvî dikin ev komîsyon ji bo mafên însanî yên Filistiniyan biryarê di asta tewsiyeyê de hilde.

Tê payin Amerîka plana li ser tê axaftin di meha hezîranê de eşkere bike.

Başa dön tuşu