CîhanNûçeZanîstî

Japonya, peyka yekemîn a ragihandinê pekand

Li gorî nûçeya ajansa Kyodo, Wezareta Parastin a Japonyayê moşeka H-2A ku peyka Kirameki-2 a ragihandina leşkerî vediguhest ji baregeha feza ya Tanegaşîma ya eyaleta Kagoşîmayê hat pekandin.

Peyka Kirameki-2 ji hela parastinî ve wê qepasîteya ewlehî ya herêmî zêde bike. Li gorî rayedarên Wezareta Parastinê bi peyka nû we ragihandineke bilez û qepasiteyeke zêde di navbera hêzên hewa, bejayî û deryayî de saz bike.

Li gorî wezaretê, bi peyka Kiramek-2 ji xeyrî Okyanusa Hindê wê ji bo fealiyetên qorsanî yên Somaliyê û ji bo leşkerên Hêza Aştî yên Neteweyên Yekbûyî li Sudana Başur jî were bikaranîn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ji bo 15 salên pêş wê teknolojiya x-band bikar bînin û buhayê du peykan wê derdora 1.1 milyar dolarî bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu