ÎranNûçeRojhilatanavin

Jêhatîbûna 692 berbijarên hilbijartina şêwrayên îslamî yên gund û bajarên Îranê hatine pejirandin

Berdevkê taxima navendî ya çavdêriya ser hilbijartina şêwrayên îslamî ragihand; jêhatîbûna 692 berbijarên hilbijartina dewra pêncan a şêwrayên îslamî yên gund û bajarên Îranê hatine pejirandin.

Danzdehemîn gerra hilbijartinên serokomarîya Îranê hevgavê hilbijartinên dewra pêncan a şêwrayên gund û bajêran yên 19`ê Gulanê bê lidarxistin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ferhad Tecerî berdevkê taxima navendî ya çavdêriya ser hilbijartina şêwrayên îslamî ragihand; Ji 5 hezar û 389 şikayetên ku li ser retkirina selahiyeta kandîdayên konseya şêwrayên bajar û gundan hatine kirin, jêhatîbûna 692 berbijarên hilbijartina dewra pêncan a şêwrayên îslamî yên gund û bajarên Îranê hatine pejirandin.

Zêde ji 280 hezar kesan li seranserî Îranê navê xwe bona hizûra li hilbijartina dewra pêncane şêwrayên gund û bajarên Îranê navê xwe nivîsîbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu