Wezareta berevaniyê ya Iraqê raghand: 87 terorîstên DAIŞê ji 17 welatan li zindanên ewlehiyê yên Iraqê jibo peydakirina şûn û nîşanekê ji El-Bexdadî ketine ber jêpirsiyê.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Mêhr Newsê, û li gorî gotina berpirsên iraqî kesên hanê l Iraqê dê werin mehkemekirin û cizakirin û qirar nîne radestî welatên xwe bênkirin
14 jin û 30 zarokên DAIŞî jî ketine destê hêzên ewlehiyê yên Iraqê, Zarokên hanê ku giştî bin 10 salan in radestî wezareta karûbarên civakî yên Iraqê hatine kirin.
Di eynî demê de rojnama El-Qud El-Erebî li bara zindîbûna Ebûbekir El-Bexdadî serkirdeyê DAIŞê li Dêrezora Sûriyê agahî da. Pêştir piraniya çavkaniyên nûçan li bara kuştina El-Bexdadî xeber dabûn.
Li gorî vê rojnamê, El-Bexdadî li yek ji gundên El-Bûkemal û El-Myadînê li dredora Dêrezorê li nêzîkî sînorê navbera Sûriyê û Iraqê xwe weşartiye û bi kuştina hejmareke zêde ji serkirdeyên DAIŞê, , qelişteke zêde di nava tevna vê komê pêk hatiye.
Ji Herêma Kurdistana Iraqêjî hatiey raghandin ku Umer Seyd Elî ji endamên kevn ê YNK li hilbiajrtina nav partiyê û bi piraniya dengan wek sekreterê giştî yê partiyq Gorran hat biajrtin. Çend hefteyan piştî mirona Nûşêrwan Mistefa, endamên vê partiyê li hilbijartin nav pqrtiyê, sekreterê giştî yê vê partiyê bijartin (BANGÊ ÎSLÂMİ).