CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Ji Amerîkayê li ser rapora NYyê ya Kaşikçi daxuyanî

Rêveberiya Amerîkayê destnîşan kir ku wan bi baldarî lêkolîn li ser rapora der heqê cinayeta rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi ku bi destê Neteweyên Yekbûyî (NY) hat amadekirin, kir.

Peywirdarên Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, rapora cinayeta Kaşikçi ku bi destê Raportora Taybet a NYyê ya Înfazên Bêyî Darizandin û Keyfî Agnes Callamardê hat amadekirin, ji bo peyamnêrê AAyê nirxand.

Peywirdarên wezaretê destnîşan kirin ku wan, bi baldarî lêkolîn li ser rapora navborî kir û wiha gotin, “Amerîka piştgiriyê dide lêpirsînên kurewî yên Raportora Taybet a NYyê Agnes Callamard ên li ser înfazên bêyî darizandin û îdamên keyfî.”

Ji aliyekî din va peywirdaran destnîşan kirin ku li ser teleba hevdîtinê ya Callamardê ya der heqê cinayeta Kaşikçi da, hin peywirdarên Wezareta Karên Derva pê ra hevdîtin kirin û wiha gotin, “Em bi biryar in ku di wê yekê da zextê bidin ser ku ji her kesekî berpirsyar hesab were pirsîn.”

Başa dön tuşu