CîhanEfrîqaNûçe

Di navbera xrîstiyan û misilmanan de şer: 16 kuştî û bi dehan birîndar

Hat ragihandin ku li Nîjeryaya welatê Efrîqeya Rojava di nava du grûban de li ser îdîaya ku keçeke xrîstiyan misilman bû şer û pevçûn derket. Di pevçûnan de 16 kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn û gelek malên gund hatin şewitandin.

Berdevkê polîsê eyaleta Kaduna yê Nîjeryayê Aliyu Muxtar di axaftina xwe de ragihand ku şer û pevçûn li gundê Maganî yê eyaleta Kasuwanê bi îdîaya ku keçeke xrîstiyan misilman bûye derket.

Aliyu Muxtar di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di pevçûnan de 16 kes hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û bi dehan jî mal hatin şewitandin. Birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin sewkirin û ji bo ewlehiyê polîsan herêm dorpêç kiriye. Şêniyên gund ji tirsa pevçûnan ji malên xwe dernakevin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu